Es-Sebabê dest danî ser helîkopetra Neteweyên Yekgirtî

10 January 2024 23:00 0 dîtin
Es-Sebabê dest danî ser helîkopetra Neteweyên Yekgirtî

PeyamaKurd – Li welatê Somaliyê helîkoptera Neteweyên Yekgirtî mecbur ma xwe deyne erdê lê ciyê ku mecbûr ma xwe deyne, dever di destê rêxistina Eş-Şebabê de bû û rêxistin dest danî ser helîkopterê. Di helîkopterê de 9 kes hebûn û rêxistin dest danî ser 6 kesan.

Helîkopter xwe danîbû eyaleta Gamudugê û wezîrê ewlehiyê yê Galmudugê Muhamed Abdi Adan, mijarê piştrast kir û got ku di helîkopterê de pirsgirêka teknîkî hebûye û piştî xwe daniye erdê, rêxistina Eş-Şebabê dest daniye ser helîkopterê.

Adan, got ku helikopter xwe li devera Hindhereyê daniye, 9 kes tê de bûne û di nav wan de xebatkarên alîkariyê, xebatkarên leşkerî, xebatkarên bi peyman û biyanî hebûne.