Komîsyonê komîteyên ji bo tesnîfkirina giliyên hatine sandin destnîsan kir

22 October 2024 11:13 0 dîtin
Komîsyonê komîteyên ji bo tesnîfkirina giliyên hatine sandin destnîsan kir

PeyamaKurd – Komîsyona Bilind a Serbixwe ya Hilbijartinan a Iraqê 3 komîteyên ji bo lêkolînkirina giliyên derbarê hilbijartinên şeşemîn ên Parlamentoya Kurdistanê de pêk anî.

Nivîsîngeha Serkirdayetiya Komîseriyê biryara wezaretê ya hejmar 123 derbarê komîteyan de derxist.

Di biryarê de hat ragihandin ku 3 komîte ji bo lêkolînkirina giliyên derbarê hilbijartinên şeşemîn ên Parlamentoya Kurdistanê de hatine avakirin. Hate zanîn ku komîteyên han berpirs in ji cudakirin û dabeşkirina hemû giliyên ku di rojên dengdana taybet û giştî yên hilbijartinên Parlamentoya Kurdistanê de hatine kirin û cidiyeta giliyan diyar bikin.

Hate diyarkirin ku yek ji komîsyonên ku hatine avakirin wê li ser giliyên navçeyên Silêmanî û Helebce û her du komîsyonên din jî bi awayekî cuda giliyên Hewlêr û Duhokê binirxînin.

Koordînatorê Tora Çavdêr a Şems Hogir Çeto îro 21ê Cotmehê di daxuyaniyeke rojnamevanî de ragihand, di dengdana giştî ya ku di çarçoveya hilbijartinên xula 6an a Parlamentoya Kurdistanê de hat lidarxistin, partiyên siyasî 124 gilî kirin.

Komîsyona Bilind a Hilbijartinan a Iraqê ragihand, derbarê dengdana taybet a roja 18ê Cotmeha 2024ê de 71 gilî hatine kirin, ji wan 24 li Silêmaniyê, 24 li Helebce, 11 li Hewlêrê û 11 li Duhokê ne.