Bi sedema girtina Navalny xwepêsandan hatin kirin
PeyamaKurd – Bi sedema girtina muxalifê Rûsyayê Aleksey Navalny li Rûsyayê xwepêşnadan hatin kirin. Xwepêşandêr daxwaza serbestberdana Navalny dikin.
Hat ragihandin ku tenê li Moskovayê 3 hezar kes tevlî xwepêşandanê bûne. Di xwepêşandanên li Rûsyayê de carna polîs mudaxeleyên tund kir û hinek kesan binçav kir. Berdevkê Kremlînê Dmitriy Peskov ragihand ku xwepêşandan ne rewane û li dijî qanûne.
Terefdarên Navalny bo çapemeniyê bo Youtube yê fîlmekî amade kirine û di fîlm de serokê Rûsyayê Putin û der û dora wî kirine hedefa xwe û heya niha li dora 70 mîlyon kes temaşa fîlm kirine. Naveroka fîlm li dora babeta “Bo Pûtîn Koşk: Dîroka bertîla herî mezin.” diçê û tê.
Navalny piştî tedawiya xwe li Almanya kiribû dageriyabû Rûsyayê ji aliyê hêzên asayîşê de li ser biryara dadgehê hatibû girtin.

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin