Li Batmanê bi sedema xwepêsandanên 6 sal berê 30 kes hatin binçavkirin
PeyamaKurd – Li bajarê Batmanê di 6-8 ê cotmeha sala 2014 an de 27 kesên ku bi sedema protestokirina bûyerên li Kobanbiyê xwepêşandan kiribûn, hatin binçavkirin.
Li gor lêpirsîna serdozgeriya Batmanê delîlên ku bi destê xwe xistine nûne û binçavkirin li ser wan delîlan hatine kirin. Li gor van delîlên nû; rêvebiriya asayîşa Batmanê dest bi operasyonan kir û avêt ser malan. Di lêgerîna malan de 27 kes hatin binçavkirin alavên dîjîtal, 2 demançe û sîlihekî giran ketiye dest. Niha li 3 kesên din jî digerin.
Ji vê operasyonê cuda tîmên asayîşa navçeya Hezzoyê bi sedema ku PKK/KCK yî ne 3 kesî xistin binçav û formalîteyên wan li baregeha asayîşê dewam dikin.

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin