Li Batmanê 70 penaberên ji 3 welatan hatin destgîr kirin

08 October 2019 20:26 0 dîtin
Li Batmanê 70 penaberên ji 3 welatan hatin destgîr kirin

PeyamaKurd - Li bakurê Kurdistanê li bajarê Batmanê navçeya Hezoyê 70 penaberên ji Afganistan, Bangladeş û Pakistanê hatin girtin.

Hat ragihandin ku li gundê Agaçlik ê navçeya Hezoyê li ser lêgerîna leşkeran di qamyonekê de 41 jê ji Afganistanê, 16 jê ji Bangladeş û 13 jê jî Pakistanê bi giştî 70 penaber û kesê pere ji wan standibû, hatin girtin.

Parêzgariya Batmanê li ser mijarê daxuyaniyek da û ragihand ku derbarê kesê organîzator de lêpirsîn hatiye destpêkirin û penaber jî radestî Miduriyeta Rêveberiya Koçberiyê ya Bajar hatine kirin.