Li Batmanê jî nivîsên trafîkê yên Kurdî hatin jêbirin
PeyamaKurd - Li bakurê Kurdistanê, piştî Amed, Wan û navçeya Kerboranê ya Mêrdînê, li parêzgeha Batmanê jî nivîsên hişyariyê yên trafîkê yên bi Kurdî; “Pêşî Peya” û “Hêdî” hatin jêbirin.
Şaredariyên di rêveberiya DEM Partiyê de li navçe û parêzgehên Bakurê Kurdistanê li ser rêyên di îdareya şaredariyan de ligel hişyariyên bi zimanê Tirkî yên trafîkê bi zimanê Kurdî jî hişyariya “Pêşî Peya” û “Hêdî” nivîsîbûn, lê belê ew hişyariyên bi Kurdî yek bi yek tên jêbirin.
Derengê şeva borî, li parêzgeha Batmanê jî hişyariyên “Pêşî Peya” û “Hêdî” yên bi Kurdî bi hevkariya hêzên polês, ji aliyê Rêveberiya Deverê ya Rêyên Bejahî ve hatin jêbirin û cihê wan hatin boyaxkirin.
Şaredariyê dîsa hişyariyên bi Kurdî nivîsîn
Piştî ku hişyariyên bi Kurdî hatin jêbirin Şaredariya Batmanê dîsa hişyariyên bi Kurdî nivîsîn.
Roja 29ê Tîrmehê li Amedê, 30ê Tîrmehê jî li navçeya Kerboranê ya Mêrdînê hişyariyên “Pêşî Peya” û "Hedî" hatibûn jêbirin.
Herwiha hefteya borî li parêzgeha Wanê jî heman tişt hatibû kirin û li şûna hişyariyên Kurdî gotinên nijadperest ên bi Tirkî hatibûn nivîsandin.

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin