Rêyên navça Damal-Posof û Ardahan-Ardanuçê ji ber cemedê ji trafîkê re hatin girtin

16 November 2024 20:51 0 dîtin
Rêyên navça Damal-Posof û Ardahan-Ardanuçê ji ber cemedê ji trafîkê re hatin girtin

PeyamaKurd – Li bajarê Ardahanê bi sedema barîna berfê û bamiştê rêyên Damal-Posof û Ardahan-Ardanuç ji ber cemedê ji trafîka erebeyên mezin û TIRan re hatin girtin. Tîmên paqijkirina rê yên ji berfê dixebitin da rêyan vekin.

Bi sedema barîna berfa zêde ya li bilindahiya bajarê Ardahanê, bi sedema berfê û bamiştê rêya ku Ardahanê bi Derya Reş ve girêdide ya Ardahan-Ardanuç û rêya ku Ardahanê bi Deriyê Gumrikê ya Türkgözü vê girêdide ya Damal-Posofê bi sedema cemedê ji trafîkê re hat qedexekirin.

Rêya navbera Ardahan-Şafşatê jî ji ber talûka berf û cemedê tenê rê didin erebeyên giran yên barhilgir yên bi zincîr.