Pistî yê Batmanê, qeyûmê Xelfetiyê jî Kurdî jê bir!
PeyamaKurd – Piştî ku qeyûmê Batmanê nûçe, naverok û metnên agahdariyê yên li ser malpera şaredariyê yên bi zimanê kurdî jê birin, qeyûmê Xelfetiyê jî ji hesabê medyaya civakî (X) daraza “Şardariya Xelfetî”yê ya bi zimanê kurdî jê bir.
Bertekên li hemberî biryara Wezareta Karên Navxweyî ya di 4ê mijdarê de didomin ku qeyûm tayînî şaredariya Bajarê Mezin a Mêrdîn, Batman û Xelfetiyê kir. Tevî vê yekê karê ewil ê qeyûman bû hedefgirtina xizmetên bi zimanê kurdî yên şaredariyan.
Waliyê Batmanê Ekrem Canalp ku weke qeyûm li şaredariya Batmanê hate peywirdarkirin, bi jêbirina nûçe, agahdariyên bi zimanê kurdî yê li ser malpera şaredariya Batmanê dest bi kar kir.
Piştî wî, qeyûmê ku li şaredariya Xelfetiya navçeya Rihayê dest bi kar kir, ji hesabê fermî yê Xê yê şaredariyê Xelfetiyê, daraza “Şaredariya Xelfetî” ya bi zimanê kurdî jê bir.

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin