Ji Qeyûmê Batmanê karê pêsîn: Kurdî ji ser malperê hat rakirin

29 March 2020 12:37 0 dîtin
Ji Qeyûmê Batmanê karê pêsîn: Kurdî ji ser malperê hat rakirin

PeyamaKurd - Qeyûmê ku piştî ku 23yê Adarê Wezareta Navxwe ya Tirkiyê dest danî ser şaredariya Batmanê hat tayîkirin, wekî karê pêşîn beşa Kurdî ya malpera şaredariyê rakir.

Tevî ku Kurdî ne qedexe ye û bajarê Batmanê bajarekî kurdnişîn ê bakurê Kurdistanê ye jî qeyûmên hatiye tayînkirin, vebijêrka Kurdî ji ser malperê rakiriye.

Piştî destdanîna ser şaredariya Batmanê Hevşaredarên Şaredariya Batmanê Mehmet Demîr û Songul Korkmaz hatibûn binçavkirin û piştre jî bi şertê kontrola edlî hatibûn berdan.

Heta niha bi taybet li bakurê Kurdistanê, li ser Diyarbekir, Mêrdîn, Wan û Batman jî di nav de li ser 39 şaredariyan qeyûmên dewletê li şûna şaredarên hilbijartî hatine danîn.