Di çalakiyên protestokirina qeyûmê Xelfetiyê de 10 kes hatin girtin

09 November 2024 10:33 0 dîtin
Di çalakiyên protestokirina qeyûmê Xelfetiyê de 10 kes hatin girtin

PeyamaKurd – Piştî ku 4ê mijdarê qeyûm tayînî şaredariya Batmanê, ya bajarê mezin a Mêrdînê û ya Xelfetiya navçeya Rihayê yên Partiya Gelan a Wekhevî û Demokrasiyê (DEM) hatin kirin, nerazîbûn didomin. Di bûyerên proteskirina tayînkirina qeyûm bo şaredariya Xelfetiya Rihayê, 16 kes sewqî edliyeyê hatin kirin. Ji binçavkiriyan 10 kes hatin girtin, 6 kes jî bi şertê kontrola edlî hatin berdan.

Piştî ku Wezareta Karên Navxweyî ya Tirkiyeyê, 4ê mijdarê şaredarê Halfetiyê Mehmet Karayilan ji peywirê dûrxist û li şûna wî qeyûm tayîn kir, kare binçavkirina 16 kesên li midîriyeta polîsan binçavkirî bi dawî bû ku  bertek nîşanî vê biryarê dabûn û hatibûn binçavkirin. Binçvakirî, piştî kontrola tenduristiyê sewqî edliyeyê hatin kirin. Ji van binçavkiriyên sewqî edliyeyê hatin kirin 10 kes hatin girtin, 6 kes jî bi şertê kontrola edlî hatin berdan.