Li Iraqê çalakiyên li dijî Kazimî dîsa gur bû: 2 kes hatin kustin
PeyamaKurd - Li Bexdaya Iraqê xwepêşandanên li dijî Hikûmetê dîsa dest pê kir.
Li gor zanyariyan, di encama gulebarana hêzên ewlehiyê de, du kes hatine kuştin.
Hêzên ewlehiyê yê Iraqê, bi gulên rasteqîn êrîşî xwepêşanderên li Qada Tahrîrê civiyan kir.
Di encama destekariya polîsan de, 2 xwepêşandar hatin kuştin, bi dehan jî birîndar bûn. Hin xwepêşandaran, ji cihê bûyerê weşana zindî kirin û hat xuyakirin ku hêzên ewlehiyê nehiştine ambûlansên bo kuştî û birîndaran derbas bibe qadê.
Çalaksazên sîvîl ên Iraqî, bo eleqedarî bûyeran bibe, bang li Mistefa Kazimî kirin.
Di derbarê çalakiyan hîn ji Hikûmeta Kazimî tu daxuyanî nehatiye dayîn.

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin