Sitûnî: Serok Mesûd Barzanî ne li dijî wê ye Mihemed Helbûsî dîsa bibe serokê Parlamentoya Iraqê

20 December 2021 14:30 0 dîtin
Sitûnî: Serok Mesûd Barzanî ne li dijî wê ye Mihemed Helbûsî dîsa bibe serokê Parlamentoya Iraqê

PeyamaKurd – Berpirsê dosyeya Iraqê li Bargeha Barzanî Dr. Erefat Sitûnî bi peyamekê diyar kir, Serok Mesûd Barzanî ne li dijî wê ye Mihemed Helbûsî dîsa bibe serokê Parlamentoya Iraqê.

Dr. Erefat Sitûnî li ser twîttera xwe eşkere kiriye: ‘‘Hinek malper û kanalên medyayî, nûçeyek belav kirine ku qaşo Serok Barzanî li dijî wê ye Mihemed Helbûsî dîsa bibe serokê Parlamentoya Iraqê. Ew nûçe derew in û Serok Barzanî jî ne li dijî wê ye Helbûsî dîsa bibe serokê Parlamentoya Iraqê.’’

Çend roj berê Mihemed Helbûsî ku serokê Hevpeymaniya Teqedum e jî, li Selahedîn bi Serok Barzanî re civiyabû.