Cihê 11 qeyûmên saredariyên Bakurê Kurdistanê hatin guhertin

20 August 2021 15:29 0 dîtin
Cihê 11 qeyûmên saredariyên Bakurê Kurdistanê hatin guhertin

PeyamaKurd – Hat ragihandin ku bi biryarnameya nû ya Serokomariya Tirkiyê ya jimar 624 cihê 11 qeyûmên li ser şaredariyên bajarên Bakurê Kurdistanê hatine danîn jî hat guhertin.

Li gorî biryarnameya bi fermana Serokamarê Tirkiyê Recep Tayyîp Erdogan hatiye derxistin, hejmarek amirên mulkî hatine guhertin ku piraniya wan qeymeqam in û wekî qeyûm jî li ser şaredariyên navçeyên Bakurê Kurdistanê hatibûn danîn.

Di biryarnameyê de, cihê 11 qeymeqamên ku wek qeyûm danîbûn ser şaredariyên HDPê hatiye guhertin.

Navçeyên qeyûmên şaredariyê û qeymeqam hatiye guhertin ev in: Qereyaziya Erzerormê, Giyadîna Agiriyê, Gimgima Mûşê, Şemrexa Mêrdînê, navçeyên Licê, Bismil, Erxenî, Hezro yên Diyarbekirê, navçeyên Rêya Armûşê û Qelqelî yên Wanê û Gevera Colemêrgê