Cihê herî zêde pêketiyên Koronayê kêm bûne bajarên Bakurê Kurdistanê ne

02 March 2021 11:00 0 dîtin
Cihê herî zêde pêketiyên Koronayê kêm bûne bajarên Bakurê Kurdistanê ne

PeyamaKurd –  Serokkomarê Tirkiyê Recep Tayyîp Erdogan, piştî civîna kabîneyê, bi nexşeya Tirkiyê rewşa rîska Koronayê li gor bajaran diyar kir û biryara sistkirina qedexeyan eşkere kir.

Di wê nexşeyê de, li ser asta Tirkiyê cihê herî zêde pêketiyên Koronayê kêm bûne, bajarên Bakurê Kurdistanê ne.

Lo gorî nexşeya Tirkiyê ya di derbarê rewşa rîska Korona de hat belavkirin, bi rengê şîn, cihê herî zêde Korona lê kêm bûye, Bakurê Kurdistanê ye.

Li hemû bajarên di beşa şîn de jiyana normal dest pê bike.

Bajarên ku di beşa şîn de ne wiha ne: Amed, Riha, Mêrdîn, Şirnex, Colemêrg. Sêrt, Êlih, Bedlîs, Wan, Mûş, Agirî, Îdir û Uşak. Ji xeynî bajarê Uşakê yên din hemû bajarên Bakurê Kurdistanê ne.

Li ser vê yekê, gotina Hevseroka HDPê Pervîn Bûldan ya “Me Semsûr wenda kir, lê Uşak bidest xist.” ket rojevê.

Bajarên herî bi rîsk jî di beşa sor de yên herema Derya Reş in.

Herwiha Serokkomarê Tirkiyê Erdogan diyar kir, cihê ku pandemî lê zêde bû, dê dîsa qedexe bên berfirehkirin.