Li Diyarbekirê bi fermana parêzgariyê dîsa nivîsên hisyariyê yên bi Kurdî hatin jêbirin!
PeyamaKurd – Li gelek kolanên bajêr nivîsên hişyariyê yên bi Kurdî yên Şaredariya Bajarê Mezin a Diyarbekirê ku ji bo ajokaran hatibûn nivîsîn, ji aliyê parêzgariyê ve careke din hatin rakirin. Alîkarê Serokê Baroya Diyarbekirê Mehdî Ozdemîr diyar kir ku ji bo betalkirina wê pêvajoya hiqûqî dane destpêkirin.
Piştî ku ji aliyê Parêzgariya Diyarbekirê ve nameyên hişyariyê yên ji aliyê Şaredariya Bajarê Mezin a Diyarbekirê ve li ser cadeyên ku li ser rêya peyarêyan û lampeyên trafîkê hatibûn nivîsandin, ji aliyê Parêzgariya Diyarbekirê ve hatin rakirin, şaredariyê dîsa heman tişt nivîsandin. Li ser vê yekê parêzgariyê careke din nivîsên Kurdî yên şaredariyê jê birin.
Alîkarê Serokê Baroya Diyarbekirê Mehdî Ozdemîr diyar kir ku bi zimanên cuda gihandina xizmetên gelemperiyê ji aliyê qanûnên avahî û destûra bingehîn ên Tirkiyeyê ve tu pirsgirêkeke hiqûqî dernaxe holê.
Ev 15 sal in nivîsên trafîkê yên Kurdî hene!
Ozdemîr diyar kir ku 15 sal in nivîsên cihê trafîkê yên Kurdî tên bikaranîn û wiha got:
“Di xala 13emîn a Qanûna Şaredariyê ya bi hejmara 5393an de tê gotin ku şaredarî wê bi çi armancê û bi kîjan erk û berpirsyariyan bixebitin. Di dema van lêkolînan de tu bendeke qedexekirinê tune ye ku dibêje mirov nikare xizmetê bi Kurdî yan zimanekî din bike. Herwiha ev nêzî 15 sal in li Diyarbekirê û bajarên herêmê tabelayên hişyariyê yên Kurdî dihatin bikaranîn.
Ji ber jêbirina wê ya dawî, rêveberiya nû ya şaredariyê dest bi rêgirtina li ber rûdana ziyanên madî û mirovî kir ku di vê nuqteyê de li gorî rêgezên hatinûçûnê hem peya û hem jî ajotvanan, ji bo bi rêkûpêk rêzikên trafîkê bi cih bînin. Tişta ku divê em li vir tekez bikin ew e ku peydakirina xizmetên giştî bi Kurdî yan jî bi zimanekî din bi serê xwe yek ji erkên sereke yên şaredariyê ye.”

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin