Demirtasê ji bo diya xwe ya nexwes çûbû Diyarbekirê dîsa birin girtîgehê
PeyamaKurd – Serokê berê yê HDPê Selahattin Demirtaş ku li Girtîgeha Edîrneyê girtî ye, ji bo dîtina dayika wî Sadiye Demirtaş a li nexweşxaneyê ye, birin Diyarbekirê. Demîrtaş 3,5 saetan li nexweşxaneyê ma. Piştre li wesayîta zirxî siwar kirin û ji bo bibin Girtîgeha Edîrneyê, birin Balafirgeha Diyarbekirê.
Dayika Selahattin Demirtaş Sadiye Demirtaş li Diyarbekirê nexweş ket û rakirin nexweşxaneyeke taybet.
Selahattin Demirtaş duh bi şev saet di 20:00an de ji bo dîtina dayika wî bi rêya hewayî birin Diyarbekirê.
Hevjîna wî Başak Demîrtaş jî bi qasî nîv saet beriya ku Selahattin Demirtaş derkeve çû nexweşxaneyê.
Gelek tîmên tevgera taybet ên polîs û cendirmeyan li derdora nexweşxaneyê bi wesayîtên zirxî tedbîrên ewlehiyê yên berfireh girtin. Wesayîtên leşkerî yên zirxî di ketina normal û derketina lezgîn a nexweşxaneyê de amade bûn.
Demîrtaş nêzî 3,5 saetan li nexweşxaneyê ma. Saet derdora 23.30an Selahattîn Demîrtaş dîsa di bin tedbîrên tund ên ewlehiyê de ji deriyê nexweşxaneyê hat derxistin û li wesayîta zirxî ya ku li benda amadebaşiyê bû, siwar kirin.
Demîrtaş di bin dorpêça polîs û cendirmeyan de birin Balafirgeha Diyarbekirê.
Bavê Demîrtaş Tahîr Demîrtaş di 31ê Kanûna 2023an de jiyana xwe ji dest dabû.

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin