Li Diyarbekirê nexwesê Kovid-19 ê bi tîrêjê bas bû
PeyamaKurd- Li Kurdistanê li bajarê Diyarbekirê, nexweşekî cara ewilî bi tîrêjê tedawî bû û di encamê de testa wî negatîv derket û baş bû. Navê vê tedawiyê danîne “Ûltraviyole ya kûr ya sensîtîv û Lazerê” ye. Vê rêbaza tedawiyê ji aliyê doktorên Tirkiyê de hatiye pêşdebirin. Rêvebirê tenduristiyê yê Diyarbekirê Dr. Cihan Tekin weha ragihand:
“Îro Diyarbekir, Tirkiyê û dinya bo serkeftinekî, li vê derê civiya. Îro cara yekem em bi mamosteyê Zanko ya Gaziyê bi Hikmet Selçuk Gedik re bi hevre bûn. Ev rêbaza tedawiyê cara yekem ji aliyê wî de hatiye tetbîqkirin û me li Diyarbekirê li ser nexweşekî tetbîq kir. Cara ewiliye em bi tîrêjê tedawiyê dikin. Nexweşekî ku di beşa hûrlênêrînê de bû û tedawiya koronavîrusê didît, me li serê tetbîq kir û testa wî bû negatîv. Em gelek serbilindin ku cara ewilî em vê nûçeyê ji Diyarbekirê didin dinyayê.”
Serokê nexweşxaneya lêkolîn û perwerdê ya Gazi Yaşargil Doç. Dr. Erkan Baysal jî mijarê weha ragihand:
“Nexweşê me zilamekî 46 saliye. Di 25 ê mehê de bi giliyên agirê bilind, kuxik û tengasiya nefesê hat nexweşxaneya me. Testa wî ya PCR de Kovid-19 posîtîv derket. Me wî di beşa hûrlênêrînê de razand. Em bi hev şêwirîn û me dît ku tedawiya tîrêjê jê re dibe. Me wî tedawî kir.”

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin