Li nexwesxaneyeke Diyarbekirê 15 kes di rojekê de ji koronayê mirin
PeyamaKurd – Odeya Tebîban a Diyarbekirê bi daxuyaniyekê rewşa metirsîdar a nexweşiya vîrusa koronayê li Bakurê Kurdistanê û Diyarbekirê raxist pêş çavan û ragihand, tenê îro ango di rojekê de 15 welatiyan li Nexweşxaneya Gazî Yaşargil a Perwerdê ji Covid-19 jiyana xwe ji dest dane.
Di daxuyaniye ku li ser twitterê hat belavkirin de, hat diyarkirin ku ji ber eşkerenekirina amarên bajaran yên pêketî û mirinan civak jî xwe ji tedbîran re sist dike û hat gotin, “Kontrola pandemiyê ji dest çûye, hemû berpirsiyarî jî dane ser milê gel û kedkarên tenduristiyê. Ji ber nebûna cih nexweşên covidê yên pêdiviya wan bi razandinê heye, dişînin mal.”
Odeya Tebîban herwiha bangewazî kir ku bêyî fikarên aborî bilez tedbîrên pêwîst ên pêşîgirtina belavbûna vîrusê bistînin û wezareta tenduristiyê jî kapasîteya textên nexweşxaneyan zêde bike.
3-Ekonomik kaygılardan vazgeçilip, toplumun ihtiyaçları karşılanarak sosyal hareketliliği azaltacak önlemler alınması ve yeterli yatak kapasitesi sağlanması için bakanlığı acil önlemler almaya çağırıyoruz.
— Diyarbakır Tabip Odası (@diyartabip) August 28, 2020

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin