Rojava | Di rojekê de 17 kes ji koronayê mirin

21 October 2021 19:06 0 dîtin
Rojava | Di rojekê de 17 kes ji koronayê mirin

PeyamaKurd – Li Rojavayê Kurdistanê rewşa vîrusa koranayê gihîştiye asteke metirsîdar û her roj hejmara mirin û pêketiyan li gorî berê zêdetir dibe.

Desteya Tenduristiyê ya Rêveberiya Xweser ragihand ku di nav 24 demjimêrên borî de 17 kesên din ji ber koronayê mirine û 262 pêketiyên nû hatine tomarkirin.

Li gorî daxuyaniyê 11 kes jî baş bûne

Li Rojavayê Kurdistanê hejmara pêketiyên vîrûsa Koronayê li gorî amarên fermî gihîştiye 33265 kesan, ji wan 2349 kes baş bûne û 1175 kes jî mirine.