Rojava | Di 24 demjimêran de 28 kes ji koronayê mirin

07 November 2021 18:53 0 dîtin
Rojava | Di 24 demjimêran de 28 kes ji koronayê mirin

PeyamaKurd - Desteya Tenduristiyê ya Rêveberiya Xweser ragihand ku ji ber vîrûsa koronayê (Covid-19) 28 kesên din mirine û 155 pêketiyên nû hatine tomarkirin.

Hevserokê Desteya Tenduristiya Rêveberiya Xweser Dr. Ciwan Mistefa amarên 24 demjimêrên borî yên vîrûsa Koronayê belav kirin û diyar kir, 28 kesan bi Koronayê canê xwe ji dest dane.

Dr. Ciwan Mistefa ragihand, 155 kes bi vîrûsa Koronayê (Covid-19) ketine. Herwiha 4 kes jî ji vê nexweşiyê baş bûne

Li gorî amarên fermî hejmara kesên li Rojavayê Kurdistanê bi vîrûsa Koronayê ketine gihîştiye 36450 kesan, ji wan 2475 kes baş bûne û 1432 kesan jî can dane.