Rojava | 12 kes mirin û 322 kesên din bi koronayê ketin

12 October 2021 19:06 0 dîtin
Rojava | 12 kes mirin û 322 kesên din bi koronayê ketin

PeyamaKurd - Desteya Tenduristiyê ya Rêveberiya Xweser a li Rojavayê Kurdistanê amarên dawî yên rewşa vîrusa koronayê eşkere kir.

Hevserokê Desteya Tenduristiya Rêveberiya Xweser Dr. Ciwan Mistefa ragihand, di nav 24 saetên borî de 12 kesan ji koronayê can daye û 322 kesên din jî pê ketine.

Dr. Ciwan Mistefa eşkere kir ku 11 kes jî ji vê nexweşiyê baş bûne

Bi van amarên dawî re li Rojavayê Kurdistanê hejmara pêketiyên vîrûsa Koronayê gihîşt 30891 kesan, ji wan 2272 kes baş bûne û 1050 kes jî mirine.