Rojava | 5 kes mirin û 111 kesên din jî bi koronayê ketin

16 November 2020 16:41 0 dîtin
Rojava | 5 kes mirin û 111 kesên din jî bi koronayê ketin

PeyamaKurd - Li Rojavayê Kurdistanê û herêmên jêr kontrola Rêveberiya Xweser, di 24 saetên borî de 111 kes bi koronayê ketin û 5 kes jî mirin.

Hevserokê Desteya Tenduristiya Rêveberiya Xweser Dr. Ciwan Mistefa amarên 24 saetên borî yên vîrûsa koronayê belav kirin.

Dr. Mistefa ragihand, 5 kesan jiyana xwe ji dest daye ku 2 kes li Hesekê, 2 kes li Minbicê û kesek jî li Dirbêsiyê ye.

Hevserokê Desteya Tenduristiya Rêveberiya Xweser da xuyakirin, 111 kes bi vîrûsa koronayê (Covid-19) ketine û ji wan 14 kes li Hesekê, 15 kes li Qamişlo, 12 kes li Dêrikê, 2 kes li Girkê Legê, 1 kes li Amûdê, 1 kes li Tirbesipiyê, 1 kes li Dirbêsiyê, 14 kes li Kobanî, 13 kes li Reqayê, 21 kes li Tebqayê, 6 kes li Minbicê û 11 kes li Şehbayê ne.

Bi van amarên dawî re li Rojavayê Kurdistanê hejmara pêketiyên koronayê gihîşt 6 hezar û 230 kesan, hejmara mirinan bû 163 kes û heta niha 888 kes jî baş bûne.