Kurdistan | 1520 kesên din bi vîrûsa koronayê ketin û 5 kes jî mirin
PeyamaKurd - Wezareta Tenduristiyê ya Herêma Kurdistanê ragihand ku di 24 demjimêrên borî de 1520 kesên bi vîrûsa koronayê ketine û 5 kes jî mirine.
Wezareta Tenduristiyê eşkere kir ku di 24 demjimêrên borî de 1520 kes bi vîrûsa koronayê ketine, ji wan 766 kes li Hewlêrê, 331 kes li Silêmaniyê, 368 kes li Duhokê, 15 kes li Helebceyê, 40 kes li Germiyanê ne.
Wezaretê ragihand ku di nav 24 demjimêran de 5 kesan canê xwe ji dest dan, ku ji wan 1 kes li Hewlêrê û 4 kes li Silêmaniyê ne.
Herwiha hat eşkerekirin ku di 24 demjimêran de 140 kes ji vê nexweşiyê rizgar bûne, ku ji wan 50 kes li Hewlêrê, 78 kes li Silêmaniyê, 7 kes li Duhokê, 4 kes li Germiyanê û 1 kes li Raperînê ye.
Li gorî van amarên dawî li Herêma Kurdistanê hejmara pêketiyan gihîşt 391421 kesan, ya mirinan bû 7171 kes û heta niha 374099 kes jî baş bûne.

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin