Li Herêma Kurdistanê 417 kesên din bi vîrûsa Koronayê ketin
PeyamaKurd – Li Herêma Kurdistanê di 24 saetên borî de 417 kes bi vîrûsa Koronayê ketin û 5 kesan jî ji ber Koronayê can dan.
Li gor Wezareta Tendirustiyê di daxuyaniya xwe de diyar kir; di 24 saetên borî de, 417 kes bi vîrûsa Koronayê ketine, ku ji wan 79 kes li Hewlêrê, 322 kes li Duhokê, 6 kes li Germiyanê û 10 kes li Raperînê ne.
Herwiha di daxuyaniyê de hat destnîşankirin, 3 kesan li Hewlêrê û 1 kes li Silêmaniyê û 1 kes li Duhokê bi Koronayê can dane. Herwiha û 307 kes jî ji vê nexweşiyê rizgar bûne.
Amarên giştî wiha ne: Pêketin: 118554 kes, Mirin: 3632 kes, Başbûn: 108185 kes.
Wezareta Tendirustiyê, ji bilî ku destxweşiyê li karmendên tendirustiyê û hemû tîmên bijîşkî yên li ser kar in dike, careke din ji welatiyan daxwaz dike, pabendî rênimayên tendirustiyê bibin û ji cihê qerebalix dûr bikevin û mask û lepikan bikar bînin. Herwiha gava hewce bû telefonî hejmara 122ê bikin ku xeta yekser a ji bo Covid-19ê ye.

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin