Li Herêma Kurdistanê 361 kesên din bi vîrûsa Koronayê ketin

21 November 2020 18:58 0 dîtin
Li Herêma Kurdistanê 361 kesên din bi vîrûsa Koronayê ketin

PeyamaKurd – Li Herêma Kurdistanê ragihand di 24 saetên borî de 361 kes bi vîrûsa Koronayê ketin û 20 kesan jî can dan.

Li gor daxuyaniya Wezareta Tendirustiyê; di 24 saetên borî de 361 kes bi vîrûsa Koronayê ketine, ku jê 66 kes li Hewlêrê, 75 kes li Silêmaniyê, 176 kes li Duhokê, 6 kes li Helebceyê, 30 kes li Germiyanê, 8 kes li Raperînê ne.

Herwiha hat ragihandin; 20 kesan ji ber vîrûsa Koronayê can dane, ji wan 4 kes li Hewlêrê, 6 kes li Silêmaniyê, 3 kes li Duhokê û 4 kes li Helebce, 1 kes li Germiyanê û 2 kes li Raperînê ne.

Li ser hejmara nexweşên baş bûne, hat eşkerekirin ku di 24 demjimêran de 371 kes ji vê nexweşiyê rizgar bûne.

Amarên giştî: Pêketin: 92938, Mirin: 2977, Başbûn: 57517

Wezareta Tendirustiyê, ji bilî ku destxweşiyê li karmendên tendirustiyê û hemû tîmên bijîşkî yên li ser kar in dike, careke din ji welatiyan daxwaz dike, pabendî rênimayên tendirustiyê bibin û ji cihê qerebalix dûr bikevin û mask û lepikan bikar bînin. Herwiha gava hewce bû telefonî hejmara 122ê bikin ku xeta yekser a ji bo Covid-19ê ye.