Li Herêma Kurdistanê 4 kesên din ji ber Korona can dan
PeyamaKurd – Wezareta Tendirustiyê ya Herêma Kurdistanê amarên dawî yên Koronayê diyar kir, di 24 saetên borî de 449 kes bi vîrûsa Koronayê (Covid-19) ketine û 4 kesan can dane.
Wezareta Tendirustiyê di daxuyaniya xwe de destnîşan kir, di 24 saetên borî de 499 kes bi vîrûsa koronayê ketine, ji wan 132 kes li Hewlêrê, 28 kes li Silêmaniyê, 333 kes li Duhokê û 6 kes li Raperînê ne.
Herwiha eşkere kir, di nav 24 saetan de 4 kesan can dan, ji wan 2 kes li Hewlêrê û 2 kes li Silêmaniyê ne.
Li ser hejmara nexweşên baş bûne jî wezaretê diyar kir, di 24 saetan de 588 kes ji vê nexweşiyê rizgar bûne.
Amarên giştî: Pêketin: 421015, Mirin: 7291, Başbûn: 398825
Wezareta Tendirustiyê, ji bilî ku destxweşiyê li karmendên tendirustiyê û hemû tîmên bijîşkî yên li ser kar in dike, careke din ji welatiyan daxwaz dike, pabendî rênimayên tendirustiyê bibin û ji cihê qerebalix dûr bikevin û mask û lepikan bikar bînin. Herwiha gava hewce bû telefonî hejmara 122ê bikin ku xeta yekser a ji bo Covid-19ê ye.

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin