Li Herêma Kurdistanê 17 kesên din ji ber koronayê can dan

19 November 2021 19:10 0 dîtin
Li Herêma Kurdistanê 17 kesên din ji ber koronayê can dan

PeyamaKurd - Wezareta Tenduristiyê ya Herêma Kurdistanê ragihand ku di 24 demjimêrên borî de 362 kes bi vîrûsa koronayê (Covid-19) ketine û 17 kes jî pê mirine.

Wezareta Tenduristiyê di daxuyaniya xwe ya îro Înê de eşkere kir; di 24 demjimêrên borî de  462 kes bi vîrûsa koronayê ketine, ku ji wan 161 kes li Hewlêrê, 57 kes li Silêmaniyê, 123 kes li Duhokê, 2 kes li Helebceyê, 18 kes li Germiyanê ne.

Wezaretê ragihand ku di nav 24 demjimêran de 17 kesan jiyana xwe ji dest dane, ku ji wan 5 kes li Hewlêrê, 4 kes li Silêmaniyê, 4 kes li Duhokê, 2 kes li Helebceyê, 1 kes li Germiyanê û 1 kes li Raperînê ye.

Herwiha hat eşkerekirin ku di 24 demjimêran de 632 kes ji vê nexweşiyê rizgar bûne, ku ji wan 180 kes li Hewlêrê, 146 kes li Silêmaniyê, 239 kes li Duhokê, 10 kes li Helebceyê, 22 kes li Germiyanê û 35 kes li Raperînê ne.

Amarên giştî yên Covid-19 li Herêma Kurdistanê wiha nre:

Pêketin: 371477

Mirin: 6746

Başbûn: 357735