Herêma Kurdistanê | 28 kesên din bi Koronayê can dan
PeyamaKurd – Li Herêma Kurdistanê 28 kesên din bi Koronayê can dan û nêzîkî 600 kes jî bi Koronayê ketin.
Wezareta Tenduristiya Kurdistanê diyar kir, di 24 saetên borî de 560 kes bi Koronayê ketine û 1211 pêketî jî baş bûne.
Wezaretê herwiha eşkere kir, ji do de 28 kes bi Koronayê can dane û hejmara miriyan gihîştiye 6265 kesan.

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin