Li Herêma Kurdistanê 12 kesên din ji ber Koronayê can dan

13 November 2021 15:00 0 dîtin
Li Herêma Kurdistanê 12 kesên din ji ber Koronayê can dan

PeyamaKurd – Li Herêma Kurdistanê di saetên borî de 322 kes bi vîrûsa Koronayê (Covid-19) ketine û 12 kesan can dane.

Li gor Wezareta Tendirustiyê di daxuyaniya xwe de diyar kir; di 24 saetên borî de 322 kes bi vîrûsa Koronayê ketine, ku ji wan 36 kes li Hewlêrê, 114 kes li Silêmaniyê, 154 kes li Duhokê û 18 kes li Raperînê ne.

Herwiha da zanîn, di nav 24 saetan de 12 kesan can dane, ji wan 5 kes li Hewlêrê, 5 kes li Silêmaniyê û 2 kes li Duhokê ne.

Li ser hejmara nexweşên baş bûne, hat eşkerekirin ku di 24 saetan de 706 kes ji vê nexweşiyê rizgar bûne.

Amarên giştî: Pêketin: 368698, Mirin: 6651, Başbûn: 354240

Wezareta Tendirustiyê, ji bilî ku destxweşiyê li karmendên tendirustiyê û hemû tîmên bijîşkî yên li ser kar in dike, careke din ji welatiyan daxwaz dike, pabendî rênimayên tendirustiyê bibin û ji cihê qerebalix dûr bikevin û mask û lepikan bikar bînin. Herwiha gava hewce bû telefonî hejmara 122ê bikin ku xeta yekser a ji bo Covid-19ê ye.