Li Herêma Kurdistanê 15 kesên din ji ber Koronayê can dan

09 November 2021 11:02 0 dîtin
Li Herêma Kurdistanê 15 kesên din ji ber Koronayê can dan

PeyamaKurd – Li Herêma Kurdistanê di 24 saetên borî de, 621 kes bi vîrûsa Koronayê (Covid-19) ketin û 15 kesan can dan.

Wezareta Tendirustiyê bi daxuyaniyekê eşkere kir; di 24 saetên borî de, 621 kes bi vîrûsa Koronayê ketine, ku ji wan 228 kes li Hewlêrê, 101 kes li Silêmaniyê, 234 kes li Duhokê, 12 kes li Helebceyê, 17 kes li Germiyanê û 29 kes li Raperînê ne.

Herwiha diyar kir, di nav 24 saetan de, 15 kesan can dane, ku ji wan 1 kes li Hewlêrê, 7 kes li Silêmaniyê, 4 kes li Duhokê û 2 kes li Raperînê ne.

Li ser hejmara nexweşên baş bûne, hat eşkerekirin ku di 24 saetan de 630 kes ji vê nexweşiyê rizgar bûne, ku ji wan 180 kes li Hewlêrê, 106 kes li Silêmaniyê, 230 kes li Duhokê, 19 kes li Helebceyê, 24 kes li Germiyanê û 61 kes li Raperînê ne.

Amarên giştî: Pêketin: 366377, Mirin: 6566, Başbûn: 350355

Wezareta Tendirustiyê, ji bilî ku destxweşiyê li karmendên tendirustiyê û hemû tîmên bijîşkî yên li ser kar in dike, careke din ji welatiyan daxwaz dike, pabendî rênimayên tendirustiyê bibin û ji cihê qerebalix dûr bikevin û mask û lepikan bikar bînin. Herwiha gava hewce bû telefonî hejmara 122ê bikin ku xeta yekser a ji bo Covid-19ê ye.