Li Herêma Kurdistanê 5 kesên din ji ber Koronayê can dan

03 December 2021 19:32 0 dîtin
Li Herêma Kurdistanê 5 kesên din ji ber Koronayê can dan

PeyamaKurd – Li Herêma Kurdistanê di 24 saetên borî de 369 kes bi vîrûsa Koronayê (Covid-19) ketin û 5 kesan can dan. 

Wezareta Tendirustiyê di daxuyaniya xwe de diyar kir; di 24 saetên borî de 369 kes bi vîrûsa Koronayê ketine, ji wan 107 kes li Hewlêrê, 63 kes li Silêmaniyê, 170 kes li Duhokê, 3 kes li Helebceyê, 14 kes li Germiyanê û 12 kes li Raperînê ne.

Herwiha eşkere kir, di nav 24 saetan de 5 kesan can dane, ji wan 3 kes li Hewlêrê û 3 kes li Silêmaniyê nê.

Li ser hejmara nexweşên baş bûne hat destnîşankirin, di 24 saetan de 456 kes ji vê nexweşiyê rizgar bûne.

Amarên giştî: Pêketin: 376496, Mirin: 6911, Başbûn: 364276

Wezareta Tendirustiyê, ji bilî ku destxweşiyê li karmendên tendirustiyê û hemû tîmên bijîşkî yên li ser kar in dike, careke din ji welatiyan daxwaz dike, pabendî rênimayên tendirustiyê bibin û ji cihê qerebalix dûr bikevin û mask û lepikan bikar bînin. Herwiha gava hewce bû telefonî hejmara 122ê bikin ku xeta yekser a ji bo Covid-19ê ye.