Rojavayê Kurdistanê | 27 kesên din bi vîrûsa Koronayê ketin

03 June 2021 19:29 0 dîtin
Rojavayê Kurdistanê |  27 kesên din bi vîrûsa Koronayê ketin

PeyamaKurd – Li Rojavayê Kurdistanê, di 24 seatên dawî de 27 kesên din bi vîrûsa Koronayê ketin.

Hevserokê Desteya Tendirustiyê yê Rojavayê Kurdistanê Dr. Ciwan Mistefa da zanîn, ji pêketiyan 15 mêr û 12 jin in.

Dr. Mistefa diyar kir, 2 kesên bi Korona ketibûn, baş bûne.

Bi van daneyan, hejmara kesên ku li Rojavayê Kuridstanê bi Koronayê ketine, gihîştiye 17 hezar û 946 kesan.

Ji wan 732 kesan can dane û hezar û 817 kes jî baş bûne.