Li Rojavayê Kurdistanê 281 kesên din bi vîrûsa Koronayê ketin

25 September 2021 15:34 0 dîtin
Li Rojavayê Kurdistanê 281 kesên din bi vîrûsa Koronayê ketin

PeyamaKurd – Desteya Tendirustiyê ya Rêveberiya Xweser diyar kir; 281 kesên din bi vîrûsa Koronayê ketin û 8 kesan jî can dan.

Hevserokê Desteya Tenduristiya Rêveberiya Xweser, amarên 24 saetên borî yên vîrûsa Koronayê belav kir.

Hevserokê Desteya Tenduristiya Rêveberiya Xweser da zanîn; 281 kes bi vîrûsa Koronayê ketine, ku ji wan 52 kes li Hesekê, 46 kes li Qamişlo, 25 kes li Dêrikê, 1 kes li Amûdê, 5 kes li Rimêlan, 4 kes li Dirbêsiyê, 2 kes li Til Koçer, 2 kes li Cil Axa, 13 kes li Girkê Legê, 85 kes li Reqayê, 8 kes li Tebqayê, 21 kes li Kobanî, 15 kes li Minbicê, 1 kes li Kampa Rojê û 1 kes li Kampa Newrozê ne.

Bi vî awayî, hejmara kesên li Rojavayê Kurdistanê wek hilgirên vîrûsa Koronayê hatine tomarkirin gihîştiye 26281 kesan, ji wan 2108 kes baş bûne û 891 kesan jî can dane.