Li Rojavayê Kurdistanê 100 kesên din bi vîrûsa Koronayê ketin
PeyamaKurd – Li Rojavayê Kurdistanê, 100 kesên din bi vîrûsa Koronayê ketin û 3 kesan jî can dan.
Hevserokê Desteya Tenduristiya Rêveberiya Xweser, amarên 24 saetên borî yên vîrûsa Koronayê belav kir.
Li go Hevserokê Desteya Tenduristiya Rêveberiya Xweser Dr. Ciwan Mistefa diyar kir; 100 kes bi vîrûsa Koronayê ketine, ji wan 11 kes li Hesekê, 51 kes li Qamişlo, 2 kes li Dêrikê, 6 kes li Girkê Legê, 1 kes li Dirbêsiyê, 5 kes li Tebqayê, 12 kes li Reqayê û 4 kes li Dêrezorê û 6 kes li Minbicê û 2 kes li Şehbayê ne.
Herwiha hat destnîşankirin, 3 kesan can dane.
Bi vî awayî, hejmara kesên li Rojavayê Kurdistanê bi vîrusa Koronayê ketine, gihîştiye 9118 kesan, ji wan 1271 kes baş bûne û 356 kesan jî can dane.

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin