Li Rojavayê Kurdistanê 201 kesên din bi vîrûsa Koronayê ketin

13 April 2021 09:36 0 dîtin
Li Rojavayê Kurdistanê 201 kesên din bi vîrûsa Koronayê ketin

PeyamaKurd – Li Rojavayê Kurdistanê û navçeyên di bin desthilata Rêveberiya Xweser a Bakur Rojhilatê Sûriyê e, do 201 kesên din bi vîrusa Koronayê ketin û 6 kesan jî can dan.

Li gor Hevserokê Desteya Tenduristiyê ya Rêveberiya Xweser a Rojavayê Kurdistanê Dr. Ciwan Mistefa do bi daxuyaniyekê ragihand, ji do ve heya îro encamên pişkinînên Koronayê yên 201 kesan pozîtîv derketin, ku 118 kes ji wan mêr û 83 jî jin in.

Di daxuyaniyê de hat diyarkirin, ji 298 kesên ku di 24 saetên borî de li navçeyên Rêveberiya Xweser bi Koronayê ketine, 56 kes li Hesekê, 54 kes li Qamişlo, 50  li Dêrik, 8 kes li Dirbêsiyê, û 33 kes li Reqa, 25 bûne.

Herwiha di 24 saetên derbasbûyî de, 6 kesan li navçeyên di bin desthilata Rêveberiya Xweser de can dane û 13 kes jî baş bûne.

Ji destpêkê ve heya niha, 12 hezar û 437 kes li Rojavayê Kurdistanê û navçeyên Rêveberiya Xweser bi Koronayê ketine, ku 428 kesan can dane û 1378 kes jî baş bûne.