Rojavayê Kurdistanê | 3 kesên din bi vîrûsa Koronayê ketin
PeyamaKurd – Li Rojavayê Kurdistanê 3 kesên din bi vîrûsa Koronayê (Covid-19) ketin.
Hevserokê Desteya Tenduristiya Rêveberiya Xweser amarên 24 saetên borî yên vîrûsa Koronayê belav kir.
Hevserokê Desteya Tenduristiya Rêveberiya Xweser Dr. Ciwan Mistefa diyar kir; 3 kes bi vîrûsa Koronayê (Covid-19) ketine, ku ji wan 1 kes li Hesekê û 2 kes li Reqayê ne.
Herwiha hat destnîşankirin, 1 kes jî ji vê vîrusê baş bûye.
Bi vî awayî, hejmara kesên li Rojavayê Kurdistanê wek hilgirên vîrûsa Koronayê hatine tomarkirin, gihîştiye 18535 kesan, ji wan 1876 kes baş bûne û 763 kesan jî can dane.

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin