Rojava | 319 kesên din bi koronayê ketin, 4 kes jî mirin

13 April 2021 19:57 0 dîtin
Rojava | 319 kesên din bi koronayê ketin, 4 kes jî mirin

PeyamaKurd – Li Rojavayê Kurdistanê û herêmên deshilata Rêveberiya Xweser di nav 24 saetên borî de, 319 kesên din bi vîrûsa Koronayê (Covid-19) ketin û 4 kes jî mirin.

Hevserokê Desteya Tenduristiya Rêveberiya Xweser Dr. Ciwan Mistefa ragihand, 319 kes bi vîrûsa koronayê (Covid-19) ketine ku 61 kes li Hesekê, 58 kes li Qamişlo, 30 kes li Dêrikê, 15 kes li Dirbêsiyê, 31 kes li Reqayê û 42 kes li Dêrezorê ne.

Mistefa eşkere kir, 4 kesan jiyana xwe ji dest dane û 4 kes jî baş bûne.

Bi van amarên dawî re li Rojavayê Kurdistanê hejmara pêketiyên koronayê gihîşt 12756 kesan, ya mirinan bû 432 kes û heta niha 1382 kes jî baş bûne.