Rojava | 96 kesên din bi koronayê ketin û 2 kes jî mirin
PeyamaKurd – Desteya Tenduristiya Rêveberiya Xweser ragihand ku li Rojavayê Kurdistanê û herêmên rojhilatê Sûriyê yên jêr rêveberiya xweser 96 kesaên din bi Koronayê ketine û 2 kesan jî can daye.
Hevserokê Desteya Tenduristiyê li Rojavayê Kurdistanê û bakûrê Sûriyê, Dr. Ciwan Mistafa, ragihand 2 kesên ku can dane du zilam in; yek li Qamişlo û yê din jî li Kobanî ye.
Dr. Ciwan Mistefa got, ji doh ve 96 kes bi Koronayê ketine ku 18 jê li Hesekê ne, 29 li Qamişlo, 20 li Dêrikê, 11 li Girkê Legê, 6 li Dirbêsiyê, 5 li Til Temrê, 2 li Tirbesipiyê, 2 li Amûdê, 2 li Reqeyê û 1 jî li Minpicê ye.
Herwiha hat diyarkirin ku 7 pêketiyên berê jî baş bûne.
Tevî van amaran li Rojavayê Kurdistanê heta niha 2 hezar û 948 kes bi Koronayê ketine, 95 kesan can daye û 630 kes jî baş bûne.

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin