Rojava | Di rojekê de 17 kes ji koronayê mirin, banga alîkariyê hat kirin
PeyamaKurd - Desteya Tenduristiyê ya Rêveberiya Xweser a li Rojavayê Kurdistanê ragihand ku ji ber vîrûsa koronayê (Covid-19) 17 kesên din ji ber koronayê can dane ku ev hejmara herî zêde ya rojekê ye.
Desteya Tenduristiya Rêveberiya Xweser amarên 24 demjimêrên borî yên vîrûsa koronayê belav kirin û eşkere kir; 17 kesan bi koronayê can dane ku ev hejmara herî bilind a mirinan e li Rojavayê Kurdistanê.
Di daxuyaniyê de hat diyarkirin, 279 kesên din bi vîrûsa Koronayê (Covid-19) ketine û 7 kes jî baş bûne
Hevserokê Desteya Tenduristiya Rêveberiya Xweser Dr. Ciwan Mistefa di civîneke rojnamevanî de ragihand, Desteya Tendirustiyê heta niha ti alîkariyên pêwîst ji bo rûbirûbûna koronayê wernegirtine û got, 15 navendên karantînekirinê li deverên wan hene û pêwîstiya wan hemû navendan bi oksijenê heye.
Dr. Ciwan hişyarî da û got, eger alîkariyên pêwîst bi Desteya Tendirustiyê re neyên kirin, dê rewş ji bin kontrolê derkeve û ew bi tenê nikarin rûbirûbûyî pandemiyê ya ku bilez belav dibe bibin.
Dr. Ciwan bang li Neteweyên Yekbûyî, civaka navdewletî û rêxistinên pêwendîdar kir, destêwerdanê bikin û alîkariya herêmên bakurê rojhilatê Sûriyê bikin, ji ber ku ewê di rojên pêş de bi karesateke mirovî re rûbirû bibin.
Li Rojavayê Kurdistanê hejmara pêketiyên vîrûsa Koronayê gihîştiye 27845 kesan, ji wan 2156 kes baş bûne û 932 kes jî pê mirine.

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin