Li Îranê û Rojhilat di rojekê de 610 kes ji koronayê mirin
PeyamaKurd - Hat ragihandin ku li seranserê Îranê û Rojhilatê Kurdistanê di nav 24 saetên borî de 610 kesên din ji ber nexweşiya koronayê mirin û nêzîkî 26 hezar kesên din jî pê ketin.
Wezareta Tenduristiya Îranê îro Yekşemê ragihand ku di 24 saetên borî de 25 hezar û 870 kesên din bi koronayê ketine û 610 kes jî mirine.
Bi van amarên dawî re li Îranê hejmara miriyan bi giştî gihîşt 110 hezar û 674 kesan û hejmara pêketiyan gihîşt 5 milyon û 129 hezar û 407 kesan ku heta niha 4 milyon û 362 hezar û 814 kesan.

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin