Li Îranê di rojekê de 684 kes ji koronayê mirin
PeyamaKurd – Li seranserê Îranê û Rojhilatê Kurdistanê di nav 24 saetên borî de, 684 kesên din ji ber vîrusa koronayê mirin û zêdetirî 36 hezar kes jî pê ketin.
Wezareta Tenduristiya Îranê ragihandiye ku di 24 saetên borî de 36 hezar û 419 kes bi koronayê ketine.
Wezaretê li ser hejmara mirinan jî diyar kir, ji doh ve 684 kes ji ber koronayê mirine û hejmara miriyan bi giştî gihîştiye 102 hezar û 38 kesan.

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin