Li Îran û Rojhilatê Kurdistanê di rojekê de 371 kes ji koronayê mirin

30 November 2020 21:01 0 dîtin
Li Îran û Rojhilatê Kurdistanê di rojekê de 371 kes ji koronayê mirin

PeyamaKurd - Berdevkê wezareta tenduristiya Îranê Dr. Sîma Larî ragihand ku di nav 24 saetên borî de li seranserê Îranê 13 hezar û 321 kesên din bi koronayê ketine û 371 kes jî bi wê nexweşiyê mirine.

Bi van amarên wezaretê eşkere kirin re hejmara pêketiyan li Îran û Rojhilatê Kurdistanê gihîşt 962 hezar û 70 kesan û ya mirinan jî gihîşt 48 hezar û 246 kesan.

Herwiha heta niha 668 hezar û 151 kes jî ji vîrusa koronayê baş bûne. Îran di hejmara mirinên koronayê de piştî Amerîka, Hindistan û Brezilyayê û çend welatên din di rêza 8an de ye.