Li Rojhilatê Kurdistanê û Îranê di rojekê de 141 kesên din can da

31 March 2020 15:44 0 dîtin
Li Rojhilatê Kurdistanê û Îranê di rojekê de 141 kesên din can da

PeyamaKurd - Wezareta Tendirustiya Îranê ragihandiye ku li Rojhilatê Kurdistanê tenê di rojekê de 11 kesên din ji vîrusa koronayê can dane û li seranser Îranê jî hejmara dawî ya miriyan 141 kes in.

Li Rojhilatê Kurdistanê di nava 24 demjimêrên derbasbûyî de 11 kesên din bi sedema vîrusa Koronayê jiyana xwe ji dest dane. Hejmara giştî ya kesên ku bi sedema vê vîrusê li Rojhilatê Kurdistanê jiyana xwe ji dest dane, gihîşte 228 kesan.

Doh jî 14 kes ji tûşbûyên koronayê li Rojhilatê Kurdistanê can dabûn, ku 10 kes ji wan li parêzgeha Sineyê bûn.

Herwiha ji doh heta îro 128 kesên din li her pênc parêzgehên Rojhilatê Kurdistanê tûşî vîrusa Koronayê bûne û hejmara kesên ku ji destpêkê ve heta niha bi vîrusê ketine, gihîşt 2,396 kesan û di 24 demjimêrên borî de 27 kes ji tûşbûyên koronayê jî li Rojhilatê Kurdistanê baş bûne.

Wezareta Tendirustiya Îranê îro ragihand, li tevahiya Îranê di 24 demjimêrên borî de 141 kes bi vîrusê mirine û hejmara giştî ya qurbaniyên vîrusê gihîştiye 2,898 kesan û bi tomarkirina 3,111 tûşbûyên nû hejmara giştî ya tûşbûyan gihîştiye 44,606 kesan.