Li Îran û Rojhilatê Kurdistanê di rojekê de 459 kesan ji koronayê can da

15 November 2020 16:39 0 dîtin
Li Îran û Rojhilatê Kurdistanê di rojekê de 459 kesan ji koronayê can da

PeyamaKurd – Wezareta Tenduristiya Îranê ragihand ku di nav 24 saetên borî de, li seranserê Îran û Rojhilatê Kurdistanê 459 kesên din ji ber nexweşiya koronayê can dane.

Wezareta Tenduristiya Îranê daye xuyakirin, di şev û roja borî de 12 hezar û 543 kes li Îranê bi Koronayê ketine û bi giştî hejmara pêketiyan gihîştiye 762 hezar û 68 kesan.

Herwiha li gorî daxuyaniyê ji doh 14ê Mijdarê ve 459 kes ji ber nexweşiya vîrusa Koronayê mirine û hejmara miriyan jî gihîştiye 41 hezar û 493 kesan.

Heta niha li Îranê hejmara kesên ji Covid-19 baş bûne jî gihîştiye 558 hezar û 818 kesan.