Li Îran û Rojhilatê Kurdistanê di rojekê de 709 mirinên Covid-19 hatin tomarkirin
PeyamaKurd - Li Îran û Rojhilatê Kurdistanê di nav rojekê de herî kêm 709 kesan ji ber vîrusa koronayê can da û zêdetirî 40 hezar kesên din jî pê ketin.
Wezareta Tenduristiyê ya Îranê ragihand, di 24 demjimêrên borî de 40 hezar û 623 kes bi koronayê ketine.
Wezaretê eşkere kir, ji doh ve 709 kes bi koronayê mirine ku ev rêje bilindtirîn rêjeya mirina ji koronayê ye ku heta niha li Îranê hatiye tomarkirin.
Li Îranê bi giştî heta niha 103 hezar û 357 kes bi koronayê mirine û nêzîkî 4 milyon û 800 hezar pêketî hatine tomarkirin ku nêzîkî 4 milyon kes jî baş bûne.

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin