Li Îran û Rojhilatê Kurdistanê amarên dawî yên koronayê
PeyamaKurd – Hat ragihandin ku di nav 24 saetên borî de, li seranserê Îran û Rojhilatê Kurdistanê 115 kesên din ji nexweşiya koronayê can dan û zêdetirî 2 heza û 300 kesên din jî pê ketin.
Berdevka Wezareta Tenduristiya Îranê, Dr. Sîma Larî ragihand, di nav 24 saetên borî de 2 hezar û 313 kes li Îranê bi koronayê ketine û 115 kesan jî can daye.
Dr. Sîma Larî da xuyakirin ku bi giştî hejmara miriyan bûye 22 hezar û 913 kes û hejmara pêketiyan jî gihîştiye 397 hezar û 801 kesan.
Herwiha heta niha 342 hezar û 539 nexweşên koronayê jî baş bûne.

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin