Rejîma Îranê car din gefa partîyên Rojhilatê Kurdistanê xwar: Sebra stratejîk bidawî bû!

04 October 2021 19:34 0 dîtin
Rejîma Îranê car din gefa partîyên Rojhilatê Kurdistanê xwar: Sebra stratejîk bidawî bû!

PeyamaKurd - Îranê careke bi sedema hebûna partiyên Rojhilatê Kurdistanê gefa êrîşê li Herêma Kurdistanê xwar. Berdevkê Wezareta Derve ya Îranê Seîd Xetîbzade, hişyariyeke tund da Herêma Kurdistanê û Iraqê û got: “Sebra stratejîk a Îranê êdî bi dawî bûye û Herêma Kurdistanê û Iraq divê wan koman û binkeyên wan kom bikin û çekan ji wan bistînin.”

Berdevkê Wezareta Derve ya Îranê Seîd Xetîbzade îro Duşemê di civîneke rojnamevanî ya li Tehranê de got: “Têkildarî hinek kiryarên terorîstî yên komên li Herêma Kurdistana Iraqê, me sebreke stratejîk û têgihîştineke jîrane hebû ku ev pirs di rêya xwe de bê çareserkirin. Peyama Îranê ji bo Herêmê û Bexdayê ev e, ku ev rê êdî nikare wiha berdewam be.”

Seîd Xetîbzade diyar kir: “Çênabe li sînorên Herêma Kurdistana Iraqê û li Iraqê, em binkeyên serbazî yên komên terorîstî yên dijî Îranê û avakirina binkeyên leşkerî bibînin, ku tê de ew komên çekdar ji bo êrîşkirina ser Îranê perwerdeya leşkerî dibînin. Ev li dijî hiqûqa navdewletî ye.”

Xetîbzade bibîr xist ku Îranê helwesta xwe bi zelalî gihandiye hikûmeta Iraqê û Herêma Kurdistanê û wiha pê de çû: “Ji Bexdayê û Herêmê re hatiye gotin, ku êdî ew kiryar nayên qebûlkirin û ew kom û binekyên wan divê bên komkirin û çek ji wan bê standin û eger xirab tê bikaranîn, Herêm û hikûmeta navendî ya Iraqê divê erkên xwe yên yasayî pêk bînin.”

Xetîbzade herwiha diyar kir, “Helbet dostên li Herêmê û Bexdayê gotine ku di hewldanê de ne, lê ew têrê nake, çimku êdî ji vê zêdetir tehemula me ya destdirêjiyên zarokane ser sînorên xwe nîne.”