Ji Partîyên Rojhilatê Kurdistanê daxuyaniya Newrozê: Neçin ahengên rejîma Îranê!

17 March 2022 19:22 0 dîtin
Ji Partîyên Rojhilatê Kurdistanê daxuyaniya Newrozê: Neçin ahengên rejîma Îranê!

PeyamaKurd - Navenda Hevkariya Partiyên Kurdistana Îranê bi daxuyaniyeke hevbeş Newroza îsal pîroz kir û daxwaz ji xelkê Rojhilatê Kurdistanê kir, planên rejîma Îranê yên dixwazin bi rêwresman Newrozê bixin kontrola bişkînin û Newrozê bi ahengên xwe yên taybet ên Kurdewarî pîroz bikin.

Di daxuyaniyê de hat gotin: “Rejîma Îranê dixwaze bi planekê rêûresmên Newrozê bixe bin kontrola xwe û ji aliyek din ve rûkek din ji xwe bide nîşandan û ev jî ev e ku dixwaze di hin cihan de wekî mînak li bajarê Sinê, bi îdiaya xwe karnavala Newrozê bi rê ve bibe û ti şik û gumanek di wê yekê de nîne ku xelk bi resma salên berê, di wan cihan de ku bi xwe dixwazin, rêûresman bi rê ve dibin û agirê Newrozê hil dikin û divê bi baykotkirina rêûresmên ku di bin kontrola rejîmê de ne, “Na”yek mezin bo wan bêjin û wan planên rejîmê pûç bikin.”

Herwiha hat diyar kirin: “Em daxwaz ji xelkê dikin ku bi amadebûna li rêûresmên Newrozê ku ji aliyê xelkê bi xwe ve bi rê ve diçin, bi kincên ciwan û rengînên Kurdî û bi camane û hewrî û gulên sor, Newroza îsal jî bikin derfetek baş ji bo nîşandana yekgirtin û vekheviya me.”