Li Rojhilatê Kurdistanê bi dehan kes ji ber besdarbûna Newrozê hatin girtin

28 March 2021 12:56 0 dîtin
Li Rojhilatê Kurdistanê bi dehan kes ji ber besdarbûna Newrozê hatin girtin

PeyamaKurd – Hat ragihandin ku li Rojhilatê Kurdistanê bi dehan kes ji ber ku beşdarî çalakiyên pîrozkirina cejna Newrozê bûne, hatin girtin.

Rêxistina Mafên Mirovan Hengawê ragihand ku piştî pîrozbahiyên cejna Newrozê hêzên Îranê operasyon li ser xelkê dane destpêkirin û di nav çend rojên borî de li bajarên Sine, Merîwan, Şino û Bane yên Rojhilatê Kurdistanê herî kêm 14 kes ji ber Newrozê hatine girtin û hîn jî girtina welatiyan berdewam dike.

Hat zanîn welatiyên ku hatine girtin, bi hinceta alîgiriya partiyên Rojhilatê Kurdistanê yên ‘neyarên rêjîma Tehranê’ hatine girtin.