Îranê gefa derxistina partîyên Rojhilatê Kurdistanê ji Basûrê Kurdistanê xwar

11 August 2021 18:47 0 dîtin
Îranê gefa derxistina partîyên Rojhilatê Kurdistanê ji Basûrê Kurdistanê xwar

PeyamaKurd - Encûmena Bilind a Asayişa Niştimanî ya Îranê daxwaz ji hikûmeta Iraqê kir, opozisyona Îranê û partiyên Rojhilatê Kurdistanê ji Herêma Kurdistanê derxe û hişyarî da ku heger Bexda vê yekê pêk neyîne, wê Tehran pêşwext êrîşî wan grûban bike.

Medya Îranê li ser hevdîtina Wezîrê Derve yê Iraqê Fuad Husên a roja Sêşemê 10ê Tebaxê li Tehranê bi Sekreterê Encûmena Niştimanî ya Îranê Elî Şemxanî re diyar kiriye ku Elî Şemxanî di civîna ligel Fuad Husên de behsa hebûna komên çekdar ên dijberê Îranê li Herêma Kurdistanê kiriye û daxwaz ji hikûmeta Iraqê kiriye, di derkirina wan gruban ji Kurdistana Iraqê de hewlên cidîtir bide.

Li gorî nûçeyê Şemxanî ji Fuad Husên re ragihandiye, Tehran wê êrîşên pêşwext li dijî komên opozisyonê yên li Herêma Kurdistanê pêk bîne, heger Bexda van koman dernexe.

Sekreterê Encûmena Bilind a Asayişa Niştimanî ya Îranê ji Wezîrê Derve yê Iraqê re gotiye, “Îran ji hikûmeta Iraqê dixwaze ku ji bo derxistina van komên [dijber] ji Kurdistana Iraqê karên cidîtir bike, daku Îran neçar nebe ji bo pêşîgirtina li berdewamiya şeraniya terorîstên çekdar li Kurdistana Iraqê pêngavan bavêje.”

Wezîrê Derve yê Iraqê Fuad Husên di hevdîtinê de ragihand, “Iraq wê bi tundî rûbirûyî her kom û tevgerekê bibe ku bixwaze axa Iraqê xirab bikar bîne û ewlekariya Îranê tehdîd bike.”

Hêjayî bibîrxistinê ye, ev gefa Îranê piştî ku Hizba Demokrat a Kurdistanê bi kuştina Endamê Komîteya Navendî ya HDKê Mûsa Babaxanî li oteleke Hewlêrê, Îran tohmetbar kiribû hat.

Partiyên Rojhilatê Kurdistanê ji sala 1983an ve û piştî ku Komara Îslamiya Îranê dest bi ser navçeyên rizgarkirî yên Rojhilatê Kurdistanê de girt, binke û baregehên xwe veguhestin û li Başûrê Kurdistanê bicih bûn.

Partiyên Kurd bi salan e ku ji ber rewşa hesas a Başûrê Kurdistanê, çalakiyên xwe yên çekdarî li dijî Îranê rawestandine.

Lê tevî wê jî Komara Îslamiya Îranê gelek caran endam û binke û baregehên wan partiyan kiriye armanca êrîşên xwe.